Nexede; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin

17 January 2025 19:48

Hengaw; Înê 17ê Çileya 2025an

Sê welatiyên Kurd û xelkê bajarê Nexedê yên bi navên Mihemedtahir Elyasî, Mesûd Mihemedpûr û Eyûb Armend, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, Mihemedtahir Elyasî û Eyûb Armend herdu temen 35 salî û xelkê bajarê Nexedê, bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wan hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Roja Çarşemî 15ê Çileyê jî, Mesûd Mihemedpûr ê temen 25 salî, li şeqameke bajarê Nexedê dema ku di taksiyê de bûye ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata ve bi awayekî hovane hatiye girtin.

Ev sê welatiyên Kurd ku hersê xîzandar in, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin