Bokan; Hîwa Behmen bi 6 meh girtîgehê hate sizadan

18 January 2025 18:12

Hengaw; Şemî 18ê Çileya 2025an

Hîwa Behmen, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ku Payîza sala 2024an hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Hîwa Behmen ê welatiyê temen 41 salî û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya vî bajarî ve bi serokatiya dadwer "Fexrî" bi şeş meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev sizayê girtîgehê bi tohmeta "propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi ser Hîwa Behmen de hatiye sepandin.

Hîwa Behemn ê kasibkar, roja Yekşemî 24ê Mijdara 2024an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Bokanê, ji aliyê vê saziya ewlehî ve hatibû girtin.

Ev welatiyê Kurd roja Yekşemî 1ê Kanûna 2024an, bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê  ji girtîgehê  hatibû   berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin