Dergez; Mehmûd Nîrûmend, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

18 January 2025 19:09

Hengaw; Şemî 18ê Çileya 2025an

Mehmûd Nîrûmend, naskirî bi “Serhildan” girtiyê berê yê Kurd û xelkê Dergez ê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî, bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 15ê Çileya 2025an, Mehmûd Nîrûmend ê temen 39 salî û xelkê gundê “Polgêrd” yê ser bi bajarê Dergezê, dema ku digel birayê xwe ji bo çareseriya pizîşkî çûye, hatiye binçavkirin û bo girtîgeha vî bajarî hatiye veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, navbirî di berê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a bajarê Dergezê ve bi serokatiya dadwer "Wefayî" bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi giştî bi salek û şeş meh girtîgehê hatibû sizadan.

Mehmûd Nîrûmend, meha Cotmeha sala 2021an, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Meşhedê ve bi serokatiya “Elî Silêmanî” bi tohmeta"propagendekirin li dijî hikûmetê” û “pêwendîgirtin digel girûpên dijberê hikûmetê” bi 10 sal girtîgeha sepiyayî (teizîrî) hatibû sizadan ku ev sizaye di dawiyê de di Dadgeha Pêdaçûnê de bi 2 sal û 8 mehan hatibû kêmkirin.

Ev çalakvanê çandî roja Duşemî 13ê Şibat 2023an, dema ku duhemîn sala ji sizayê xwe yê 32 meh derbas dikir, kete ber lêxweşbûnê û ji girtîgeha “Vekîlava” ya bajarê Meşhedê hatibû azadkirin.

Mehmûd Nîrûmend, roja Sêşemî 25ê Gulana 2021an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Meşhedê ve hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû  azadkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin