Raporek li ser girtin û bêserûşûnkirina çarenivîsa Mehdî Neqdî, Murteza Husênî û Eliyas Rehîmzade; sê welatiyên Kurd li Qûçan û Bucnordê

03 February 2026 11:35

Hengaw; Duşemî 2ê Şibata 2026an

Di berdewamiya pêla berfireh a girtina welatiyan de, sê welatiyên Kurd ên bi navên Eliyas Rehîmzade, Mehdî Neqdî û Murteza Husênî li bajarên Qûçan û Bucnordê, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan li ber dest nîne; ev yeka jî bûye sedema zêdebûna nîgeranî li ser çarenivîsa van welatiyan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Çileya 2026an, Eliyas Rehîmzade, welatiyê Kurd ê xelkê Bucnordê, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, tevî ku 20 roj bi ser girtina Eliyas Rehîmzade re derbas bûne, lipeyketin û hewldanên malbata vî welatî ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina wî, bê encam mane.

Herwiha ji aliyek dinê ve, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Mehdî Neqdî, welatiyê Kurd ê 38 salî û xelkê bajarokê Farûcê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, tevî Murteza Husênî hatine girtin.

Ev her du welatî ji bo wergirtina bersiva ceribandinên pizîşkî serdana Qûçanê kiribûn, ku li yek ji şeqamên vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Qûçanê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyeke hûr derbarê sedemên girtin, tometên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van sê welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin