Bokan; Erselan Yûsifî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw; Şemî 18ê Çileya 2025an
Erselan Yûsifî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê, piştî gazîkirin û serdankirin bo Taya Birêvebirina Sizayan bi mebesta cîbicîkirina sizayê 5 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin, hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 14ê Çileya 2025an, Erselan Yûsifî yê temen 32 salî û xelkê gundê “Silamet” yê ser bi bajarê Bokanê, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd roja Pêncşemî 9ê Çileyê bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgeha xwe li rêkefta diyarîkirî hatibû gazîkirin.
Ev welatiye ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya 2 a bajarê Bokanê ve bi serokatiya dadwer “Kîşwerî” bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê, bêrêzîkirin bi Xamneyî û bêrêzîkirin bi pîroziyên Îslamê” bi 10 sal girtîgeha sepiyayî (teizîrî) hatibû sizadan ku ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve wekî xwe hatibû pejirandin.
Erselan Yûsifî roja Şemî 5ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyên yasayî hatibû binçavkirin. Hêjayî behskirinê ye ku van hêzane di dema binçavkirina vî welatiyê Kurd de dest bi ser trombêla kesî û telefona navbirî de girtibûn.