Sine; Esed Xefûrî, mamosteyê zanîngeh û yek ji birêvebirê kempeyna "Rizgarkirina Jiyana Paxşan Ezîzî" hat girtin

19 January 2025 19:22

Hengaw; Yekşemî 19ê Çileya 2025an‏

Dr. Esed Xefûrî, mamosteyê zanîngeh û yek ji birêvebirê kempeyna "Rizgarkirina Jiyana Paxşan Ezîzî" ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 14ê nîveroya roja Şemî 18ê Çileya 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala Esed Xefûrî û di encamê de binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Dr. Esed Xefûrî, endamê Heyeta Zanistî ya Girûpa Endazyarî ya Mîkanîkî li zanîngeha Azad a Îslamî li bajarê Sinê, digel birêveberên din yên kempeyna Telegramî karîne ku heta niha zêdetirî pênc hezar wajo kom bikin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina Esed Xefûrî, girûpa Telegramî ya komkirina wajoyên kempeynê ji destê birêveberan derbixin û vê girûpê dabixin.

Heyamek berî niha, sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ve hate piştrastkirin.

Eva di halekê de ye ku, berê parêzerên wê li ser destêwerdana saziyên ewlehî li derheq bêparkirina tohmeta “bexî” piştî daxwaza pêdaçûnê nîgeraniya xwe  nîşan  dabûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin