Pîranşar; Girtina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

20 January 2025 13:36

Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Murad Ostiwar û Nêimet Ehmednijad, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, Nêimet Ehmednijad ê temen 37 salî û xelkê gundê “Likbin” û Murad Ostiwar ê temen 45 salî û xelkê gundê “Peswê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Her yek ji Murad Ostiwar û Nêimet Ehmednijad, di malên kesî yên van du welatiyan de, bi tirsandina endamên malbatên wan û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van welatiyane li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin