Du endamên malbatekê ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hatine girtin
Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an
Osman Pile, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê û kurê wî yê bi navê Ferhad Pile ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, Osman Pile yê temen 57 salî û Ferhad Pile yê temen 26 salî di mala xwe ya malabatî de li Pîranşarê hatine girtin.
Roja borî jî, heft welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Ferdîn Mehmûdî, Nêimet Ehmednijad, Murad Ostiwar, Mihemed Sohrabî, Hîwa Şoca`î, Enwer Îbrahîmî û Cêgir Mucahidî hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.