Sînorê Bane; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

21 January 2025 22:39

Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Saro Weysî di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê de li ser sînorê Bane bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, Saro Weysî yê temen 20 salî û xelkê bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê ciwan tevî ku ti barek pê re nebûye, bi çeka Klaşînkofê ji aliyê lingê xwe ve rastî gulleyên van hêzan hatiye û ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya "Selahedîn Eyûbî" ya Banê hatiye  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin