Serdeşt; Kolberekî nûciwan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

06 July 2024 17:04

Hengaw; Şemî  6  Tîrmeha 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Mihemd Alî yê xelkê bajarê Serdeştê û temen 15 salî di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hate birîndarkirin û bi sedema kûrahiya birînên xwe, ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê "Gure Şêr" ê ser bi bajarê Serdeştê, hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî nûciwan ê temen 15 salî yê bi navê Mihemed Alî bi dijwarî hate birîndarkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, Mihemed Alî ji aliyê pişta xwe ve bûye armanca gulleyên van hêzan û gulle li cergê wî ketiye û ji zikê wî re derketiye. Hatiye ragihandin ku ev kolberê nûciwan cergê xwe ji dest daye.

Mihemed Alî ji bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin