Raporek derbarê birîndarbûna aliyê kêm 9 kolberan li ser sînorên Kurdistanê

01 May 2024 11:18


Hengaw; Sêşemî 30ê Nîsana 2024an

Aliyê kêm 9 kolberên Kurd yên bi navên “Sasan Mihemedî, Nîma Elmasî, Mihemed Mihemedî, Eyûb Haşimî, Xelîl Mihemedî, Mahan Muradî û sê kolberên din ku nasnameya wan di halê lêkolînê de ye, di dema kolberiyê de li ser sînorên Newsûd û Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Duşemî 29ê Nîsana 2024an, di dema teqekirina rasterast a hêzên leşkerî li dijî hejmarek kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê, aliyê kêm 8 kolber ku nasnameya pênc kes ji wan bi Mihemed Mihemedî yê xelkê Şûşmê yê ser bi Pawê, Eyûb Haşimî yê xelkê Merîwanê, Xelîl Mihemedî û Nîma Elmasî yên xelkê Selasa Bawecanî, Mahan Muradî yê 18 salî û xelkê Ciwanroyê hatiye eşkerekirin, birîndar bûne û ji bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî yên Newsûdê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Nîma Elmasî bi çeka saçmeyî ya van hêzan ji aliyê dest, mil û pişta xwe ve bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Ji aliyek dinê ve, êvareya Çarşemî 24ê Nîsana 2024an, kolberek Kurd yê bi navê Sasan Mihemedî yê 28 salî û xelkê Banê li ser sînorê Qamîşle yê ser bi Merîwanê bi çeka şer bû armanca gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetî û bi dijwarî hate birîndarkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Sasan Mihemedî ji aliyê destê xwe yê çepê û nêka xwe ve rastî du gulleyan hatiye û piştî ku gulle li nêka wî ketibû ji zikê wî re derketibû. Ev kolberê Kurd piştî çend rojan, hîn jî şiyana hereketdana dest û lingên xwe bi dest nexistiye.


Di vî warî de zêde bixwînin