Sînorê Newsûdê; Birîndarbûna du kolberên nûciwan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

30 April 2024 18:50

Hengaw; Sêşemî 30ê Nîsana 2024an

Du kolberên nûciwan ên bi navên Parsa Husênî û Sehend bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 28ê Nîsana 2024an, di encama gullereşandina hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê li dijî hejmarek kolberan, du kolberên nûciwan ên bi navên Parsa Husênî yê temen 16 salî û xelkê Bilebezan ê ser bi bajarê Pawe û Sehend (ku paşnavê wî nediyar e) yê xelkê gundê Derebeyan yê ser bi heman bajarî bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Parsa Hiusênî ji aliyê ranê xwe ve û Sehend jî, ji aliyê pişt û lingê xwe ve hatine birîndarkirin û herdu kolber ji bo navendên dermanî yên bajarê Pawê hatine veguhastin û rewşa wan ya tendirustiyê gelek xirab e.


Di vî warî de zêde bixwînin