Canjidestdana du kolberan li ser sînorên Newsûd û Banê

Kolberekî 22 salî yê bi navê Soran Ebdî, di dema kolberiyê de li ser

25 March 2024 15:06

Hengaw; Duşemî 25ê Adara 2024an

Kolberekî 22 salî yê bi navê Soran Ebdî, di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin û kolberekî din ê bi navê Mihemedbayer Mihemedî di dema kolberiyê de bi sedema rawestana dil jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 24ê Adara 2024an, kolberekî 22 salî yê bi navê Soran Ebdî û xelkê Banê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Hengejalê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi dijwarî hate birîndarkirin, lê di dema veguhastina bo navendên dermanî de ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, kolberê hanê xîzandar bû û xîzana wî jî ducanî ye.

Hevdem kolberekî din yê xelkê gundê Zîran ê ser bi bajarê Ciwanroyê yê bi navê Mihemedbayer Mihemedî yê temen 48 salî, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê ji ber rawestana dil jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî behskirinê ye ku Mîlad Mihemedî yê 15 salî û kurê Mihemedbayer jî, roja Înê di dema kolberiyê de li sînorê Newsûdê bi sedema ketin ji bilindahiyê ve bi giranî birîndar bibû û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin