Raporek li ser kuştin û birîndarkirina herî kêm 6 kolberên Kurd li ser sînorê Kurdistanê

Di heyama çend rojên borî de li bajarê Pîranşarê kolberek bi navê Seîd Selosî

28 March 2024 10:11

Hengaw; Pêncşemî 28ê Adara 2024an

Di heyama çend rojên borî de li bajarê Pîranşarê kolberek bi navê Seîd Selosî ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da, kolberek jî bi sedema kevtin ji bilindahiyê ve lingê wî şikestiye û herî kêm 4 kolberên dinê jî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 27ê Adara 2024an, termê Seîd Selosî, kolberê 33 salî û xelkê bajarê Pîranşarê piştî du rojan lêgerînê û bi hewlên girûpên xwebexş li bilindahiyên sînorê “Qîzqapan” ê vî bajarî hate dîtin.

Seîd Selosî ku xîzandar û bavê zarokekê bû, roja Duşemî 25ê Adarê winda bibû û ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dabû.

Êvareya roja Sêşemî 26ê Adarê jî, nûciwanekî kolber yê 17 salî yê xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê Peyman (paşnavê wî nediyar e) di dema kolbriyê de li sînorê Bestamê yê ser bi Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hate birîndarkirin.

Di heman demê de, Cebar Nadirî yê 37 salî û xelkê Merîwanê, li sînorê Hengejale yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin. Navbirî xîzandar û bavê zarokek biçûk e.

Herwiha Metîn Husênî yê xelkê gundê "Siryas" ê ser bi Pawê li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a van hêzan ve hate birîndarkirin û Xulam Feyzî yê temen 47 salî û xekê Kamêranê di dema lipeyketina hêzên leşkerî de ji bilindahiyê ve kete xwarê û laşê vî rastî şikestinê hat.

Ji aliyeke dinê ve, roja Duşemî 25ê Adarê, Riza Nezerî yê xelkê Selasa Bawecanî, li ser sînorê Newsûdê ji mewdaya yek metrî ve bûye armanca gulleyên hêzên sînorî û ji aliyê rûyê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama heftiya yekem a sala 1403 a Rojî de, herî kêm 5 kolberan canê xwe ji dest dane û 19 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin