Kolberekî nûciwan ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da û sê kolberên din jî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hatine birîndarkirin

Kolberekî ciwan ê temen 15 salî yê bi navê Hestiyar Ebdulker

26 March 2024 17:44


Hengaw; Sêşemî 26ê Adara 2024an

Kolberekî ciwan ê temen 15 salî yê bi navê Hestiyar Ebdulkerîm di dema kolberiyê de li sînorê Seqizê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest da. Kolberekî din ê nûciwn ê 16 salî yê bi navê Mîlad Husênî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate birîndarkirin û hevdem 2 kolberên din ên bi navên Arvîn Heqanî û Cemîl Ebdî jî ji aliyê wan hêzan ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 24ê Adara 2024an, kolberekî nûciwan ê 15 salî yê bi navê Hestiyar Ebdulkerîm û xelkê bajarê Dîwanderê, di dema kolberiyê de li sînorê “Mêşav” ê ser bi bajarê Seqizê ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da.

Termê vî kolberî roja Duşemî ji aliyê xelkê vê navçeyê ve hate dîtin û bo nexweşxaneya Seqizê hate veguhastin.

Hevdem, kolberekî din ê 16 salî yê xelkê Dîwanderê yê bi navê Mîlad Husênî di dema Kolberiyê de li ser sînorê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî bi giranî hate birîndarkirin û ji bo dermankirinê bo navendên pizîşkî yên Merîwanê hate veguhastin.

Di heman rojê de li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê kolberekî din ê bi navê Arvîn Heqanî yê xelkê bajarê Seqizê û li ser sînorê Newsûdê, û kolberekî din ê bi navê Cemîl Ebdî yê xelkê Ciwanroyê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin