Ariyan Memendî, kolberê nûciwan ê xelkê Serdeştê, çaveke xwe ji dest da

05 May 2024 18:30

Hengaw; Yekşemî 5ê Gulana 2024an

Ariyan Memendî, kolberê nûciwan ê 17 salî ku bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê yên cihgir li ser sînorê Serdeştê ji aliyê rû û herdu çavên xwe ve bi giranî hatibû birîndarkirin û ji bo navendên dermanî yên Tewrêzê hatibû veguhastin, çaveke xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ariyan Memendî, kolberê temen 17 salî yê xelkê gundê Sawan ê ser bi bajarê Serdeştê ku roja Înê 3ê Gulana 2024an, di dema kolberiyê de li ser sînorê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî ve bi çekên saçmeyî, ji mewdaya nêzîk ve û ji aliyê rûyê xwe ve bi giranî hatibû birîndarkirin, çaveke xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, Ariyan ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên Tewrêzê hatibû veguhastin û niha di wê navenda tendirustiyê de ye û rewşa tendirustiya navbirî bi xirabî hatiye ragihadin.


Di vî warî de zêde bixwînin