Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd; Girtina çar welatiyên Kurd li bajarên Serdeşt û Pîranşarê
Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Serdeştê ku du ji wan bav û kur in yên bi navên Hesen Hesennijad, Mihemedemîn Hesennijad naskirî bi Mîne û Rehîm Elîzade û Keywan Esase yên xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 21ê Çileya 2024an, Rehîm Elîzade yê 27 salî û xelkê gundê “Kurbinav” û rûniştiyê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin. Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ku mijûlê karê tiraşînkariyê bûye, piştî vê ku li cihê karê xwe hatiye girtin bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Îtilaatê li Urmiyê hatiye veguhastin.
Hevdem Mihemedemîn Hesennijad ê temen 31 salî û naskirî bi Mîne yê xelkê gundê “Sîser” ê ser bi navçeya Rebeta Serdeştê, li dukana cihê karê xwe ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin. Van hêzane piştre êrîşî ser mala xwîşka Mihemedemîn kirine û bavê wî yê bi navê Hesen Hesennijad ê temen 55 salî girtine.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, mala Husen Husennijad ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye vekolînkirin û van hêzane dest danîne ser gelek kelûpelên wî yên kesî.
Beriya vê yekê roja Duşemî 20ê Çileyê, welatiyekî xelkê Pîranşarê yê bi navê Keywan Esase ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatibû girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.