Îsfehan; Deh jinên Behayî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin
Hengaw; Çarşemî 22ê Çileya 2025an
Roya Azadxoş, Nesrîn Xademî, Mojgan Pûrşefî`i, Azîta Rezwanîxah, Beşra Motehar, Sara Şekîb, Şorangîz Behamîn, Sanaz Raste, Meriyem Xorsendî û Fîrûze Rastînijad, hevwelatiyên peyrewê ola Behayî ku berê bi girtîgehê hatibûne sizadan; Ji bo cîbicîkirina vê sizayê hatine girtin û bo girtîgehê hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, Roya Azadxoş, Nesrîn Xademî, Mojgan Pûrşefî`i, Azîta Rezwanîxah, Beşra Motehar, Sara Şekîb, Şorangîz Behamîn, Sanaz Raste, Meriyem Xorsendî û Fîrûze Rastînijad, hevwelatiyên xelkê Beharistana Îsfehanê di malên xwe de hatine girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girîgehê hatine veguhastin.
Ev hevwelatiyên Behayî sala borî, ji aliyê Taya 37 a Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Îsfehanê ve her yek ji wan bi 5 sal girtîgehê hatibûne sizadan.
Herwisa her yek ji van hevwelatiyane wek sizayê tevawker bi valakirina 50 milyon Tumen perê nexdî, 5 sal bêparbûn ji xizmetguzariyên civakî û 2 sal qedexeya çûn bo derveyê welat hatibûne sizadan.
Ev hevwelatiyane roja Yekşemî 25ê Nîsana 2021an, li Beharistana Îsfehanê hatibûne girtin û li 18ê Gulana heman salê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.