Du hevwelatiyên jin ên Behayî bi 10 sal girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an
Sozan Eyd Mihemedzadigan û Niyûşa Bedî`î Sabit, du hevwelatiyên peyrewên ola Behayî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 10 sal girtîgehê hatine sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Niyûşa Bedî`î Sabit a wergêra 39 salî û hevwelatiyeke din ê Behayî ya bi navê Sozan Eyd Mihemedzadigan ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Babolê ve bi tohmeta "çalakiyên perwerdeyî û banghêjiyên berevajiyê şer`a Îslamê", her yek ji wan bi 5 sal girtîgehê hatine sizadan.
Herwiha ev du hevwelatiyên Behayî bi 18 meh qedexekirina her cure çalakiyên perwerdeyî û barhênaniyê hatine sizadan.
Meha Îlona 2023an, dedgeha Mazenderanê bi ragihandina daxistina (pilompkirin) du dibistan û çend navendên perwerdeyî û werzişî li Babolê û binçavkirina du rahênerên Behayî, îdia kiribû ku di van navendan de ola Behayî tê hînkirin. Ev yeka di halekê de ye ku ev navendên baxçeyê zarokan bûne û îdiayeke wiha ji aliyê tohmetbaran ve hatiye redkirin.
Sozan Eyd Mihemedzadigan û Niyûşa Bedî`î Sabit, roja 15ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Babolê hatibûne girtin.
Ev du hevwelatiyên Behayî di dawiyê de roja 11ê Îlona heman salê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadagehê ji girtîgeha Babolê hatibûne berdan.