Seqiz; Emced Salihzade ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an
Emced Salihzade, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, Emced Salihzade yê welatiyê temen 38 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve, li ser cihê karê xwe bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiye di dukana telefonfiroşiya wî de bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane binçav kirine.
Ev welatiyê Kurd berê di meha Gulana 2024an de, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi sê meh girtîgeha sepiyayî hatibû sizadan.
Hêjayê gotinê ye ku, Emced Salihzade li rêkefta 17ê Adara 2023an piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li bajarê Seqizê hatibû girin û piştî rojekê bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.