Sine; Girtina çar kes ji kasibkarên Kurd ji ber beşdarîkirin di girevgirtina Kurdistanê de
Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an
Çar kes ji welatiyên Kurd û xelkê bajarê Sine yên bi navên Mihemed Seyf Penahî, Sîna Rizayî, Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî ji ber beşdarîkirin li grevgirtina roja 22ê Çileyê li bajarên cuda yên Kurdistanê bi nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, Mihemed Seyf Penahî û Sîna Rizayî ji pêlavfiroşên bajarê Sine li hember dukanên xwe û Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî yê temen 33 salî ji bazariyên vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane ji ber beşdarîkirin li grevgirtina berfireh a bazariyên Sine bi nîşandana nerazîbûnê derbarê derçûna sizayê darvekirin û piştrastkirina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî û bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.
Pêka çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van welatiyane bi mebesta agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbiriyan heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van çar welatiyên Kurd li ber dest nîne.