Sine; Berdewamiya girtina kasibkarên Kurd ji ber beşdarîkirin di girevgirtina Kurdistanê de\ Amar giha bi şeş kesan

23 January 2025 14:47

Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an

Emced Germaxîzî û Neîm Dostî, du welatiyên Kurd ên xelkê Sine û ji çalakvanên kedkarî û endamên “Kempeyna Dijî Darvekirin”ê, ji ber beşdarîkirin li grevgirtina roja 22ê Çileyê li bajarên cuda yên Kurdistanê bi nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, Emced Germaxîzî û Neîm Dostî, du welatiyên Kurd ên xelkê Sine û ji çalakvanên kedkarî û endamên “Kempeyna Dijî Darvekirin”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi bê ti belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane ku di kargeha çêkirina şîrîniyan de kar dikin, ji ber beşdarîkirin li grevgirtina berfireh a bazariyên Sine bi nîşandana nerazîbûnê derbarê derçûna sizayê darvekirin û piştrastkirina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî û bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.

Hengawê berê ragihandibû ku, çar welatiyên din li vî bajarî yên bi navên Mihemed Seyf Penahî û Sîna Rizayî ji pêlavfiroşên bajarê Sine li hember dukanên xwe û Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî yê temen 33 salî ji bazariyên vî bajarî ji ber beşdarîkirin li grevgirtina roja 22ê Çileyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber  dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin