Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Hêriş Zendî Nawgeran

23 January 2025 19:51

Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an

Hêriş Zendî Nawgeran, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Sine û girtiyê siyasî yê berê, çar roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatiye veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna çar roj ji binçavkirina Hêriş Zendî yê girtiyê siyasî yê berê yê temen 40 salî û rûniştiyê bajarê Sineyê heta niha ti zanyariyek derheq qeder û rewşa navbirî li ber dest nîne.

Ev welatiyê Kurd roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, li êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî hatiye girtin û bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî hatiye veguhastin.

Hêriş Zendî ji girtiyê siyasî yê berê yê dehikên sala 1380î ya Rojî (2001ê Zayînî) bi tohmeta endametî di Partiya Komele ya Zehmetkêşên Kurdistanê de sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin