Serdeşt; girtina Avare Şexsî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an
Avare Şexsî, welatiyê Kurd û xelkê navçeya Rebet a ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an, Avare Şexsî yê welatiyê temen 29 salî û xelkê gundê "Nistan" ê girêdayî navçeya Rebeta Serdeştê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke Hengawê, hêzên îdareya Îtilaatê, ev welatiyê Kurd dema ku digel zaroka xwe diçû bo dersa zimanê Kurdî, li vî bajarî bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatiye binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.