Girtina Nerîman Rendanî û Mîlad Rendanî ji çalakvanên medyayî û medenî yên Seqizê
Hengawê; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an
Du birayên Kurd ên bi navên Mîlad Rendanî û Nerîman Rendanî ji çalakvanên medyayî û medenî yên bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li pêwendî digel grevgirtina dukandar û bazariyan li Kurdistanê hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an, Mîlad Rendanî yê temen 30 salî û ji wênegirê xelkê Seqizê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mîlad Rendanî li dukana cihê karê xwe hatiye binçavkirin û van hêzane dest danîne ser kamêrayên dukana wî û hardên vê.
Ji aliyeke dinê ve, êvareya roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, Nerîman Rendanî, ji çalakvanê medyayî û medenî yê temen 35 salî û birayê mezin ê Mîlad, ji aliyê hêzên ewlehî ve li şeqameke bajarê Seqizê hate girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Nerîman Rendanî û Mîlad Rendanî her du dukandar in û di rojên borî de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine gazîkirin.