Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ebdulwehab Pîrotî

20 January 2025 17:57

Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an

Ebdulwehab Pîrotî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an, Ebdulwehab Pîrotî yê temen 25 salî û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îdareya Îtilaatê, ev welatiyê Kurd di dukana wî ya parçefiroşiyê de û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî binçav kirine û dest danîne ser telefona wî jî.

Hêjayî gitinê ye ku, tevî derbasbûna çar roj ji binçavkirina vî welatiyê Kurd û lipeyketinên berdewam ên malbata wî, ti zanyariyek serast ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne û saziyên ewlehî û dadwerî di vê derbabrê de ti bersiveke rohn nedane wan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin