Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Erakê

23 January 2025 21:49

Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ebas Mihemedî, ku berê bi tohmetê pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Erakê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 19ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Ebas Mihemedî yê temen 49 salî û xelkê bajarê Kengeverê li girtîgeha navendî ya bajarê Erakê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd sala 2020an bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin