Berdewamiya pêla girtina kasibkarên Kurd ji ber beşdarîkirin di grevgirtina Kurdistanê de; Girtina Celîl Mihemedî li bajarê Sine
Hengaw; Înê 24ê Çileya 2025an
Li berdewamiya pêla girtina kasibkarên Kurd ji ber beşdarîkirin li grevgirtina roja 22ê Çileyê li bajarên cuda yên Kurdistanê, bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, welatiyekî Kurd ê bi navê Celîl Mihemedî yê çalakvanê kedkarî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an, Celîl Mihemedî ji çalakvanê kedkarî û xelkê Sine, li encama êrîşa hêzên kincşexsî yên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî bi awayekî tundûtîjî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên kincşexsî yên îdareya Îtilaatê Celîl Mihemedî di mala wî de li şehreka Beharan a bajarê Sine bi bê ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane binçav kirine.
Hêjayî gotinê ye ku, Celîl Mihemedî berê jî, ji ber çalakiyên xwe yên sendîkayî pêşîneya girtinê hebûye.
Hengawê berê nûçeya girtina şeş welatiyên din ên Kurd ên bi navên Mihemed Seyf Penahî û Sîna Rizayî ji dukandarên pêlavfiroşên bajarê Sinê, li hember dukanên xwe û Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî yê temen 33 salî û ji kasibkarên vî bajarî, Emced Germaxîzî û Neîm Dostî û ji çalakvanên kedkarî û endamên “Kempeyna Dijî Darvekirin”ê û her du xelkê bajarê Sine, ji ber beşdarîkirin li grevgirtina roja 22ê Çileyê li bajarên cuda yên Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve belav kiribû.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.