Bokan; Hêmin Îbrahîm Hemze ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

24 January 2025 22:33

Hengaw; Înê 24ê Çileya 2025an

Hêmin Îbrahîm Hemze yê welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, bo birêvebirina sizayê sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin. Navbirî di rêûresma Newroza îsal de hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025, Hêmin Îbrahîm Hemze yê temen 38 salî û xelkê gundê "Qeregul" ê ser bi Bokanê ji bo birêvebirina sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd berê li roja Sêşemî 26ê Mijdara 2024an, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve, bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan û ev sizaye roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an bi navbirî re hatiye ragihandin.

Hêmin Îbrahîm Hemze li rêkefta 9ê Gulana 2024an, piştî êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala malbatî ya navbirî û ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newroza Kurdistanê de hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin, navbirî piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dema birêveçûna dadgehê  hetibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin