Berdewamiya pêla girtina kasibkarên Kurd ji ber beşdarîkirin di grevgirtina Kurdistanê de; Girtina sê welatiyan li bajarên Qurwe û Sine
Hengaw; Înê 24ê Çileya 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarên Qurwe û Sine ji wan du bira yên bi navên Zahid Xalidiyan û Wahid Xalidiyan û Kemal Axiretî, ji ber beşdarîkirin li grevgirtina Kurdistanê bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin. Bi hesabkirina van sê haletan hejmara welatiyên hatine girtin derheq grevgirtina Kurdistanê li roja 22ê Çileyê giha bi 12 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an, du bira yên xelkê bajarê Qurwe yên bi navên Zahid Xalidiyan ê temen 35 salî û Wahid Xalidiyan ê temen 32 salî di dukana xwe ya telefon firoşiyê de li meydana “Îtihad” a vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Herwiha û ji aliyeke dinê ve, di heman rojê de Kemal Axiretî yê xelkê Sine ji aliyê hêzên kincşexsî yên îdareya Îtilaatê ve bi bê ti belgeyeke yasayî li cihê karê xwe hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van sê welatiyên Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.