Pîranşar; Girtina Mihemed Suhrabî û hejmara welatiyên hatine girtin giha bi çar kesan
Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an
Bi eşkerebûna nasnameya welatiyekî din ê hatî girtin li Pîranşarê yê bi navê Mihemed Suhrabî, hejmara welatiyên ku îro hatine girtin li vî bajarî giha bi çar kesan. Hengawê berê nûçeya binçavkirina sê welatiyên din ên Kurd ên bi navên Ferdîn Mehmûdî, Nêimet Ehmdnijad û Murad Ostiwar li vî bajarî belav kiribû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser cihê karê Mihemed Suharbî yê temen 31 salî û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî û navbirî bi bê hebûna ti belgeyke yasayî binçav kirine. Navbirî di meşa tavgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 16 meh sizayê girtîgeh û salek dûrxistin bi ser de hatibû sepandin.
Hevdem, van hêzan bi êrîşkirin bo ser dukana cihê karê Ferdîn Mehmûdî yê temen 30 salî, ji çalakvanê medenî û jîngehparêzî jî binçav kirin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzan îdareya Îtilaatê piştî girtina van du welatiyane, êrîş kirine ser mala wan û hewla vekolîna mala wan dane û dest danîne ser hin kelûpelên wan ên kesî.
Demjimêrên destpêkî yên sibêdeha îro jî, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala du welatiyên Kurd ên bi navên Nêimet Ehmednijad ê temen 37 salî û Murad Ostiwar ê temen 45 salî û bi awayekî tundûtîjî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van çar welatiyên Kurd ku hemû xîzandar in li ber dest nîne.