Sînorê Bane; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin
25 January 2025 11:53
Hengaw; Şemî 25ê Çileya 2025an
Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Cemal Ezîzî di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê de li ser sînorê Bane bi dijwarî hate birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 23ê Çileya 2025an, Cemal Ezîzî yê temen 45 salî û xelkê bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi giranî hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolbere bi çeka Klaşînkofê rastî gulleyên van hêzan hatiye û ji aliyê maziyeya pişta xwe ve bi dijwarî hatiye birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî