Raporek ji girtina du welatiyên Kurd li Sayînqelayê

25 January 2025 12:30

Hengaw; Şemî 25ê Çileya 2025an

Di vê dawiyê de du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sayînqelayê yên bi navên Yûnis Rehmanî û Îsmayîl Behramî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heta niha ji çarenivîsa wan ti zanyariyek ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çraşemî 22ê Çileya 2024an, Îsmayîl Behramî, mamosteyê olî yê xelkê gundê “Qozlû” yê ser bi bajarê Sayîngelayê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî tundûtîjî û lêdan û kutanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Herwisa welatiyek dinê yê heman gundê yê bi navê Yûnis Rehmanî, di heyama rojên borî de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê ti cure belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Tevî derbasbûna çend roj ji binçavkirina van du welatiyên Kurd heta niha ti zanyariyek ji çarenivîs û rewşa wan ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin