Nexede; Girtina Sabir Mam Şêx ê welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Şemî 25ê Çileya 2025an
Sabir Mam Şêx ê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Nexedê bi awayekî tnundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 24ê Çileya 2025an, Sabir Mam Şêx ê temen 40 salî û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê li şeqameke bajarê Nexedê ev welatiyê Kurd ku xîzandar e jî, bi dijwarî lê xistine û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.