Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Kamiyar Nîkfer
Hengaw; Şemî 25ê Çileya 2025an
Kamiyar Nîkfer, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanêji hefteya borî ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 19ê Çileya 2024an, Kamiyar Nîkfer ê temen 19 salî û xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û piştî derbasbûna hefteyek ji girtina wî ti zanyariyek ji çarenivîsa vî welatiyê Kurd ber dest nîne.
Pêka çavkaniyeke agehdar, Kamiyar Nîkfer, li şeqama Darsêran a Merîwanê bi bê ti cure belgeyeke yasayî hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.