Pîranşar; Girtina Ferdîn Mehmûdî ji çalakvanê medenî û jîngehparêzî
Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an
Piştî girtina Ferdîn Mehmûdî ji çalakvanê medenî û jîngehparêzî yê xelkê bajarê Pîranşarê, hejmara girtiyên vî bajarî ji aliyên hêzên ewlehî ve herî kêm giha bi 3 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, Ferdîn Mehmûdî, çalakvanê medenî yê temen 30 salî û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, binçavkirina vî çalakvanê medenî, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser dukana cihê karê navbirî û çêkirina rewşeke tirsandinê bûye. Van hêzane piştî girtina Ferdîn Mehmûdî êrîş kirine ser mala navbirî û tevî vekolîna mala vî welatiyê, dest danîne ser pirtûkên navbirî jî.
Hengawê berê nûçeya girtina du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Murad Ostiwar û Nêimet Ehmednijad, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê belav kiribû.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.