Kuştina Kanî Ebdulahî, nûciwana temen 17 salî ya xelka Pîranşarê bi hênceta parastina namûsê
Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an
Keça 17 salî ya xelka Pîranşarê ya bi navê Kanî Ebdulahî ji aliyê bavê xwe ve bi çeka sar hate kuştin. Sedema kuştina vê nûciwanê bi hincetên “parastina namûs û şerefê” û “pêwendiya wê bi kurekî re” hatiye zanîn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 25ê Çileya 2025an, Kanî Ebdulahî ya temen 17 salî û xelka gundê “Maşkan” ê ser bi Pîranşarê, ji aliyê bavê xwe ve bi çendîn derbeyên kêrê bi dijwarî hate birîndarkirin û piştî veguhastina wê bo nexweşxaneya vî bajarî canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, niha bavê vê nûciwanê hatiye girtin û sedema kuştina Kanî Ebdulahî jî têkiliya wê bi kurekî re û hinceta parastina namûsê ragihandiye.
Li gorî madeya 612 a Yasaya Sizadana Îslamî, her kesek ku tawana kuştina bi qestî bike û sikala li dijî wî nebe yan sikala li dijî wî hebe û sikalaker ji tolhildanê xwe dûr bigire û lê xweş be yan ji ber her sedemeke dinê tole neyê standin, di vê egerê de ku tawana navbirî alozî û têkdana ewlehiya civakê li pey xwe bîne yan jî tirsa nefermaniya tohmetbar an xelkê di holê de be, dadgeh sizayê sê sal heta deh sal girtîgehê li dijî wî kesî dibire. Ev madeye bûye sedema wê ku di haletên jinkujiyê de bi hêncetên parastina namûsê ji aliyê bav, bira û zilaman ve, bikuj ji sizadanê bê parastin.