Raporek li derheq Aylar Zahîrpûr, zaroka 12 salî ku bi destê bavê xwe li Şabadê hate kuştin

05 April 2025 21:51

Hengaw; Şemî 5ê Nîsana 2025an

Zarokek 12 salî ya bi navê Aylar Zahîrpûr, bi destê bavê xwe bi çeka germ li bajarê Şabad ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hate kuştin. Sedema kujer ji encamdana vê tawanê pêwendiya Aylar bi dayîka wê re bûye ku cuda ji wê jiyan kiriye. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 3ê Nîsana 2025an, Aylar Zahîrpûr, zaroka 12 salî ya xelka gundê “Suwêrk” ê ser bi bajarê Şabadê, bi çeka germ a “Birno”yê bi destê bavê xwe yê bi navê “Kiyûmers Zahîrpûr” hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dayîk û bavê Aylarê ji hev cuda bûne û mafê xwedankirinê bi bavê wê re hatibû danê. Şeva bûyerê Kiyûmers Zahîrpûr bi sedema pêwendiya Aylarê digel dayîka xwe hewla kuştina wê daye.

Hêjayî gotinê ye ku, bikuj piştî kuştina Aylarê hewla kuştina xwe jî dabû û bi rewşeke xirab ve bo nexweşxaneyê hate  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin