Hersîn: Jinkujî/xwekujiya Fatima Suleymanî, zaroka 12 salî ji ber givaşa zewaca bi zorê

04 March 2025 18:07

Hengaw; Sêşemî 4ê Adara 2025an

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, zarokeke 12 salî ya xelka bajarê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya bi navê Fatima Suleymanî, piştî wê ku ji aliyê bavê xwe ve rastî gefxwarinê hatibû bi mebesta zewaca bi zorî digel yek ji xizmên wan û gefa kuştinê jê hatibû xwarin, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 28ê Şibata 2025an, Fatima Suleymanî ya temen 12 salî û xelka bajarê Hersîn, ku ji aliyê bavê xwe yê bi navê Behmen (Ferehmend) ve bi mebesta zewaca bi zorî digel yek ji xizmên wan, bi awayekî hovane rastî lêdan û kutanê hatibû û gefa kuştinê jê hatibû xwarin, ji rêya xwedarvekirinê ve hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar a Hengawê, Fatima piştî ku pêşniyara xwastina yek ji xizmên wê (birayê hevjînê xwîşka wê) red kiribû, ji aliyê bavê xwe ve rastî tundûtîjiya devkî û fizîkî ya tund hatibû û bi sedema hegera redkirina dubare ya daxwaza xwazginiyan bi kuştinê hatibû gefxwarin. Vê zarokê ji malbata xwe re ragihandibû ku dê xwe bikuje.

Hêjayî gotinê ye ku, Behmen Suleymanî ji Pizîşkî Yasayî re gotibû ku, şûna lêdanê li ser laşê Fatimayê ji ber nakokiya di navbera wê û birayê wê yê şeş ​​salî de derketiye û ew ji aliyê wî ve hatiye birîndarkirin.

Jinkujî/xwakujî berhema zordestiya sîstematîk a zayendî ya li dijî jin û keçên ciwan e, ku ji ber sedemên jinbûn û zayenda wan tê encamdan. Ji ber van zextan jin an keçek ji bilî xwekujî ti rêyek dinê nabîne. Di hin rewşan de ji jinan an keçan re tê pêşniyarkirin ku xwe bikujin û emrazên xwekujiyê ji an re têne dabînkirin da ku bi xwe, dawiyê bi jiyana xwe bînin. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, derbarê şêwaza wiha ya xwekujiya jinan ku mînakek ji jinavbirina civakî û fîzîkiya wan di hebûna mêrsalarî de ye, huşdariyê dide.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin