Keçeka 17 salî bi hênceta parastina namûsê ji aliyê bavê xwe ve li Dereşarê hate kuştin

27 August 2024 20:56

Hengaw; Sêşemî 27ê Tebaxa 2024an

Keçeka 17 salî ya xelka bajarê Dereşarê yê girêdayî parêzgeha Îlamê ya bi navê Mobîna Zeynîwend, bi çekê û ji aliyê bavê xwe ve bi hênceta parastina namûsê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Henawê, sibêdeha roja Duşemî 26ê Tebaxa 2024an, Mobîna Zeynîwend a temen 17 salî û xelka gundê "Gurzlenger" ê ser bi navçeya Majîn a bajarê Dereşarê, ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, tawanbar Rehîmxan ê bavê Mobîna Zeynîwend ê temen 56 salî, bi teqeya çeka saçmeyî di mala xwe de keça xwe kuştiye.

Vê çavkaniyê kuştina Mobîna Zeynîwend bi hênceta parastina namûsê daye zanîn û îşare bi wê yekê jî kiriye ku, ev keça qurbanî ji ber têkiliya wê bi kurekî nûciwan re hatiye kuştin. Li gorî çavkaniyên Hengawê, bavê Mobînayê ji ber nakokiyên malbatî yên di navbera wan û malbata hezkiriyê keça xwe de, dixwest têkiliya wan bi dawî were û di dawiyê de ji ber vê sedemê keça xwe kuşt.

Medyayên hikûmetê bi îşarekirin ji sedem û hênceta vê qetla namûsî careke din bi "pirsgirêkên malbatî" bi nav kirine û nivîsandine ku tawanbar piştî çend demjimêran ji encamdana tawanê hatiye girtin. Herwiha temenê Mobînayê 18 sal diyar kirine ku bi lipeyketinên Hengawê hatiye piştraskirin ku navbirî 17 salî bûye.

Pêka madeya 612 a yasaya tawanan a Îslamî (sizadan), her kesê ku tawana kuştina bi zanebûn encam bide û ti sikalayek li ser nebe yan jî li ser hebe, sikalaker lê ji tolhildana (qesasa) wî kesî xweş be yan ji ber her sedemeke dinê tolê hilnede, bi egera wê ku tawana navbirî bibe sedema têkdana aramî û ewlehiya civakê yan tirsa nafermaniya tawanbar yan jî xelkê hebe, dadgeh kesê tawanbar bi sê sal heta deh sal girtîgehê dide sizadan. Ev madeye dibe sedem ku di bûyerên qetlên namûsî de ji aliyê bav, bira û mêr ve tawanbar ji sizayê bê parastin.


Di vî warî de zêde bixwînin