Mehabad; Girtina Nasir Ehmedzade ji aliyê hêzên ewlehî ve

26 January 2025 15:47

Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an

Nasir Ehmedzade yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, Nasir Ehmedzade yê temen 33 salî û xelkê bajarê Mehabadê, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, zêdetirî 30 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina Nasir Ehmedzade, mala navbirî jî vekolîn kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li  ber  dest   nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin