Girtina Efşîn Mustefapûr ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Nexede

26 January 2025 17:47

Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Nexede yê bi navê Efşîn Mistefapûr hate gazîkirin û ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 25ê Çileya 2025an, Efşîn Mistefapûr ê temen 45 salî û xelkê bajarê Nexede û bavê sê zarokan, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Efşîn Mistefapûr piştî gazîkirin û binçavkirin li îdareya Îtilaatê li Nexedê, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin