Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê; Girtina Ferzad Hemîdî ji aliyê hêzên ewlehî ve li Kamêranê

26 January 2025 19:29

Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kamêranê yê bi navê Ferzad Hemîdî li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 25ê Çileya 2025an, Ferzad Hemîdî yê temen 36 salî û xelk bajarê Kamêranê li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, nêzî 20 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê tevî êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Ferzad Hemîdî û binçavkirina navbirî, hewla têkdana kelûpelên mala wî dane û dest danîne ser telefona vî welatiyê Kurd jî.

Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin