Perwîn Edwayî, girtiya siyasî ya berê careke din hate girtin
Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an
Perwîn Edwayî, çalakvana mafê jinan û rûniştiya bajarê Merîwanê û herwisa girtiya siyasî ya berê, careke din ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îran ve li vî bajarî hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, çalakvana medenî û mafê jinan û xelka gundê “Silên” ê ser bi bajarokê Sewlava û rûniştiya bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin û cihê ragirtina vê welatiya Kurd li ber dest nîne.
Perwîn Edwayî, roja Şemî 27ê Tîrmeha 2019an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Merîwanê hatibû girtin û piştî 3 mehan bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgehê hatibû berdan.
Ev çalakvana mafê jinan û zarokan piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tometa “endamtî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de” bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan û ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgahê ve bo 2 sal girtîgehê hatibû kêmkirin.
Navbirî roja Pêncşemî 30ê Çileya 2020an bi mebesta cîbicîkirina sizayê 2 sal girtîgehê hatibû girtin û bo Navenda Çaksazî û Perwerde ya Sinê hatibû veguhastin.
Perwîn Edwayî, roja Duşemî 6ê Nîsana 2020an, piştî derbaskirina 6 meh ji sizayê bi ser de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Sinê, rastî lêborîna Newrozê hat û ji girtîgehê hate berdan.