Sê girtiyên Kurd li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hatine darvekirin
Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navê Ferhad Ferdîdnî, Semed Haşimî û Ferzad Mîrzayî ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Ferzad Mîrzayî yê temen 45 salî û Ferhad Ferdînî yê 35 salî û Semed Haşimî yê 45 salî, her sê xelkê bajarokê Hersînê yê ser bi parêzgeha kirmaşanê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev sê girtiyane heft sal barî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber di dosyeyeke hevpar de hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.