Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Parsa Rostemî, nûciwanê Kurd ê 17 salî
Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an
Nûciwanekî Kurd ê temen 17 salî yê bi navê Parsa Rostemî yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û tevî derbasbûna 5 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, Parsa Rostemî yê nûciwanê temen 17 salî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bi cihekî nediyar hate veguhastin û tevî derbasbûna 5 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî ev nûciwanê Kurd binçav kirine û bê agehî ji çarenivîsa Parsa Rostemî û bê encammana lipeyketinên malbata navbirî bûye sedema digiraniya wan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî nûciwanê Kurd li ber dest nîne.