Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd; heşt welatiyên dinê hatine girtin
Hengaw; Sêşemî 28ê Çileya 2025an
Li berdewamiya girtina welatiyan piştî grevgirtina li Kurdistanê, heşt welatiyên Kurd ên dinê bi navên Çiyako Qurbeyî yê xelkê bajarê Sine, Hesen Xelîlî yê xelkê bajarê Serdeşt, Sadiq Kurdî yê xelkê bajarê Pîranşar, Mehdî Cewanmerdî, Ferhad Zendî, Erselan Mîrekî û Ferşad Seyîdî welatiyên xelkê Dêwulan û Mensûr Mewlûdpûr yê xelkê xelkê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 27ê Çileya 2025an, Mehdî Cewanmerdî û Ferhad Zendî, du çalakvanên medenî yên xelkê bajarê Dêwulanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Di heman rojê de, Çiyako Qurbeyî yê xelkê bajarê Sine, li kafeyekê li şeqama Fereh a vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Hevdem Sadiq Kurdî yê welatiyê xelkê gundê “Peswê” yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhestin.
Roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an jî, her yek ji Erselan Mîrekî û Ferşad Seyîdî du welatiyên din ên xelkê bajarê Dêwulanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatine girtin.
Êvareya roja Şemî 25ê Çileya 2025an jî, Mensûr Mewlûdpûr, welatiyê xelkê bajarê Mihabadê li cihê karê xwe li nexweşxaneya vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Hêzên ewlehî piştî girtina Mensûr Mewlûdpûr, mala vî welatiyê Kurd vekolîne.
Herwisa, roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, Hesen Xelîlî, mamosteyê malnişînkirî û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Girtina Hesen Xelîlî li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala navbirî û bi awayekî hovane li ber çavê endamên malbata navbirî hatiye rûdan.
Ev çalakvanê medenî û jîngehparêzî piştî derbaskirina du roj lêkolîn û girtinê, di bin givaşa micid a derûnî de roja Pêncşemî 23ê Çileyê hatiye azadkirin.
Piraniya van girtinan li pêwendî digel grevgirtina Kurdistanê ya roja Çarşemî 22ê meha Çileyê, bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, du girtiyên siyasî yên Kurd bûye.