Raporek ji girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê

29 January 2025 13:08

Hengaw; Çarşemî 29ê Çileya 2025an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bakarê Mehabadê yên bi navên Celal Perhîzkar û Sirwe Nazdar, di heyama çend rojên derbasbûyî de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama çend rojên derbasbûyî de Celal Perhîzkar û Sirwe Nazdar, her du xelkê gundê “Hacî Elî Kend” ê ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi bê ti cure belgeyeke yasayî û di malên xwe de hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van du welatiyên Kurd li derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin