Mehabad; Wehab Xedîrîpûr ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Hengaw; Çarşemî 29ê Çileya 2025an
Wehab Xedîrîpûr, ciwanê xelkê bajarê Mehabadê û yek ji endamê malbatên dadxwaz piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin. Navbirî birayê Suhrab Xedîrîpûr û pismamê Şemal Xedîrîpûr ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Wehab Xedîrîpûr, welatiyê temen 31 salî û xelkê bajarê Mehabadê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê êvareya roja Yekşemî êrîş kirine ser mala vî welatiyê Kurd ku xwîzandar û bavê du zarokan e û mala navbirî vekolîn kirine. Navbirî herwisa roja Duşemî bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin û bo heyama çend demjimêran lêpirsîn jê hatibû kirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî Wehab Xedîrîpûr hatinî sepandin li ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, Suhrab Xedîrîpûr birayê Wehab Xedîrîpûr ku ji endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, Bihara sala 2021an ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû kuştin. Herwisa navbirî pismamê Şemal Xedîrîpûr ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Mehabadê ye.