Ciwanro; Girtina pênc welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Çarşemî 29ê Çileya 2025an
Pênc welatiyên Kurd û xelkê bajarê Ciwanroyê yên bi navên Atîla Ebdî, Riza Kamranî, Sitar Babayî, Zekeriya Fîrûzbext û Îdrîs Ebdulahî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha Meydan Neft a Kirmaşanê (girtîgeha îdareya Îtilaatê) hatine veguhastin û piştî derbasbûna hefteyekê hê jî ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, pênc welatiyên xelkê bajarê Ciwanro yên bi navên Atîla Ebdî, Riza Kamranî, Sitar Babayî, Zekeriya Fîrûzbext û Îdrîs Ebdulahî, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Kirmaşanê naskirî bi girtîgeha Meydan Neftê hatine veguhastin û piştî derbasbûna hefteyekê hê jî ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyane bi bê ti cure belgeyeke yasayî û bi lêdan û kutanê girtine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van pênc welatiyên Kurd li ber dest nîne.